1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Barzanî: Em rê nadin ti alî xwe liser kurdên êzidî bisepîne!
Barzanî: Em rê nadin ti alî xwe liser kurdên êzidî bisepîne!

Barzanî: Em rê nadin ti alî xwe liser kurdên êzidî bisepîne!

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna serê sala êzidî, Cejna Çarşema Sor, pîrozbahî li kurdên êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û diyar kir; “Divê êdî rê nedin karesat û êşên xuşk û birayên me yên êzidî dubare bibe.”

A+A-

Serok Barzanî bi helkefta Cejna Çarşema Sor peyamek weşand û got; “Kurdên êzidî beşekî ezîz û veneqetiyayî ya gelê Kurdistanê ne. Xweşî û êşên wan xweşî û êşên gelê Kurdistanê ne.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got; “Di dirêjahiya dîrokê de xuşk û birayên me yên êzidî bi sedema nasnameya xwe ya olî û neteweyî rastê karesatan hatine. Lê belê pabendbûna wan ya bi nasnameya kurdîtiyê û ola wan, hemû plan û sîtemên li dijî wan pûç kiriye.”

Di berdewama peyama xwe de Serok Barzanî amaje bi bi cangoritiya pêşmerge kir û diyar kir; Spas ji bo Xwedê bi cangoritiya pêşmerge Daiş hatiye têkbirin. DAIŞê baca tawanên xwe da û serê wan kete bin piyê êzîdiyan. Êdî divê rê nedin ku xuşk û birayên me yên êzîdî careke din rastê karesat û êşeke din bibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de got; “Di cejna serê sala êzidî de vê yekê dubare dikin, ku gelê Kurdistanê palpiştê êzîdiyan e û rê nadin ti aliyek xwe li ser wan de bisepênê û biryardana li ser çarenivîs û paşaroja wan tenê di destê êzîdiyan bi xwe de ye.”

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.