1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir
Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir

Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir

A+A-

 Serok Mesûd Barzanî bi boneya heftê û sêyemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina  mafên rewa yên gelê me de ye.

Serok Barzanî bi helkefta heftê û sêyemîn salvegera damezrandina PDKê, peyamek belav kir. Naveroka peyama wî wiha ye:

 

“Bi navê Xwedayê Bexşinde û Mêhreban

Bi boneya 16ê Tebaxê, 73emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiya xwe arasteyî hemû kadro, endam û alîgirên PDK dikim. Herwiha pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîd, Pêşmergeyên qehreman û xelkê Kurdistanê dikim.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ji roja damezrandinê ve li sengerên pêşî yên berevanîkirina li mafên rewa ên gelê me de ye û ji bo serfirazî û azadiya gelê me de hevşan bi hêzên têkoşer û niştimanperwer ên din ên Kurdistanê re qurbaniyên mezin dane.

Partiya Demokrat a Kurdistanê bi siyaseteke rast û durist û bi aşkere xebar kiriye û armanca xwe ya stratejî destnîşan kiriye û ta îro jî bi peyrewkirin li rêbaza Barzanî wek riya rast a Kurdatiyê bi diruşm û kirdarî pêşeng e.

Di vê boneyê de bi pêwîstî dizanim careke din spasiyê li xweragirî û kolnedana cemawerê PDKê û hemû xelkê Kurdistanê bikim. Piştevanî û xweragiriya we, sermiyana bêdawî ya PDKê ye û hêza zêdetir dide me û hewl û têkoşîma me ji bo dabînkirina dahatûyeke geştir ji gelê me re bihêztir dike.

Silav li giyanê pakê şehîdan, silav li Pêşmerge!

Bijî Kurdistan!

Her dem şad û serbilind bin”

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.