1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Baregeha Barzanî: Ji destdana Wekîl Mistefayev windayiyeke mezin e
Baregeha Barzanî: Ji destdana Wekîl Mistefayev windayiyeke mezin e

Baregeha Barzanî: Ji destdana Wekîl Mistefayev windayiyeke mezin e

Baregeha Seroki Mesûd Barzanî peyamek bi boneya koça dawî ya Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mistefayev belav kir û têde ragihand ku ji destdana wî xisar û windayiyek mezin e.

A+A-

 

Baregeha  Barzanî bi boneya koça dawî ya nivîskar, siyasetmedar û Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Qafqasyayê û Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mistefayev wefat peyamek serxweşiyê belav kir.

 

Baregeha  Barzanî di payama xwe serxweşiyê de de ku arasteyê malbata Wekîl Mistefayêv kiriye, dibêje: “Mixabin bi xemekî mezin nûçeya koça dawî ya nivîskar û kesayetiya diyar a kurdên welatên Sovyetê Wekîl Mistefayev giheşt me. Xwedê jê razî kesekî niştimanperwer bû, ku xizmetekî mezin bo dîroka gelê Kurd kiriye û ji destdana wî kesayeta mezin xisar û windayiyek mezin e.”

 

Baregeha Barzanî  di beşeke din serxweşiyê li malbat, kesûkar û dostên Wekîl Mistefayev kir û ragihand : “Em xwe şirîkê wê xema we dibînin. Ji xwedêyê mezin em daxwaz dikin, xwedê jê razî bi biheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.”

 

Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mistefayev di 81 saliya xwe de duh Înê (219.04.2019) li Belçîkayê koça dawî kir.

 

Wekîl Mistefayev di sala 1938a de li Ozbekistanê, di malbateke penaber de jidayik bû. Malbata wî ji Qafqasya ber bi Asyaya Navîn hatibû surgunkirin.

 

Di sala 1988an de li Sovyetê tevlihevî û nakokiyên di nav miletên cuda de dest pê dike, li ser Kurdên Ozbekistanê, Qirgizistanê, Ermenistanê zextên neteweperestî dest pê dike, Wekîl Mistefayev tevî hevalên xwe rêxistina "Yekbûn" ê ava dike û dibe cigirê wê organizasyonê, armanca wî ji nû ve avakirina otonomiya Kurdistana Sor bû.

 

 Wekîl Mistefayev piştî hilweşandina dewleta Sovyetê wek penaber li Ewropayê dijiya.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.