
Baranê xêr û bereket kir nav zebeşên Diyarbekirê
Barana ku li Diyarbekirê barî xêr û bereketa zebeşan zêde kir.
Barana ku di meha nîsan û gulanê da barî, rekolteya zebeşên Diyarbekirê zêde kir.
Li gor salixdayînê zebeşê Diyarbekirê berê ew qas mezin dibûn ku bi deveyan dibirin û dianîn û bi şûran dihatin kerîkirin. Bostanê zebeşan li geliyê Çemê Dicleyê tê danîn û ji bo tûrên bostan xurt bibe jî peynê kevokan lê tê werkirin. Zebeşên îsal zêde ne.
Li bajêr şitlê zebeşan di meha nîsan û gulanê da tên danîn. Îsal ji ber ku di van mehan da baran pir barî, tûrên zebeşan jî gur bûn û zebeş zêde ketinê.
Abdulmenaf Demirê (60) ku bostanê zebeşan datîne, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew her sal li kêleka Çemê Dîcleyê erazî ji xwe ra kirê dikin û bostanê zebeşan datînin.
Demir diyar kir ku ew di meha nîsanê da şitlê zebeşan datînin û heta tîrmehê bostan toqe dikin û av didin, niha jî zebeşan kandêl dikin.
Demir wiha axivî: "Zebeşê Diyarbekirê şirîn e, mezin e. Hinek zebeş heta 60-70 kîloyî jî dertên. Zebeşên ku li bajarên rojava datînin, herî zêde 12-13 kîlo ne. Ji ber ku em peynê kevokan li bostanê zebeşan dikin, pir mezin û şirîn dibin."
Midûrê Bajêr yê Xida, Çandinî û Heywandariyê Mustafa Ertan Atalar diyar kir, ji ber ku baran pir barî û hewa lê hat, îsal xêr û bereketa zebeşan pir zêde ye.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.