1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Bajarê Wanê bi guldexwînên xemilî
Bajarê Wanê bi guldexwînên xemilî

Bajarê Wanê bi guldexwînên xemilî

A+A-

Guldexwînên ku biharê li herêmên bilind ên bajarên Wan, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê hêşîn dibin dîmenên xweşik ên ku mirovan heyirî dihêlin derxistin holê.

 

Guldexwîn biharê li ciyên bilind ên Wan, û her wiha li der ora Gola Wanê hêşîn bûn. Di nav xelkê herêmê de navê guldexwîn pîroz tên qebûlkirin û ji bo danasîna herêmê girîng in.

 

 

Guldexwîn piranî li taxê Dîlmetaşa navçeya Gewaşê hêşîn dibin.

 

Laleyên ku rengên wan sor û zer in dema bi rengê hêşîn ê behrê re tên cem hevdu dîmenên balkêş derdixin holê û kêfa geştyaran pê tê.

 

 

Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Wanê Muzaffer Aktug diyar kir ku guldexwîn bûne parçeyekî herêmê û her sal gelek geştyar di mehên biharê de ji bo dîtina wan diçin Wanê.

 

Muzaffer Aktug got: “Ji bilî Wanê ev cure li Çiyayên Colemêrgê jî hêşîn dibe. Mêvanên biharê diçin herêmê piranî ji bo dîtina van guldexwînan diçin bajêr. Guldexwîn ji bo nasandina bajêr û geştyariya me jî kulîlkeke sembol e."

 

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.