1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Bahçelî: Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin bike!
Bahçelî: Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin bike!

Bahçelî: Bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin bike!

A+A-

Serokê giştî yê Partiya Bizava Neteweperest ya Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî daxwaz kir ku rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.

Serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, ku partiya wî di hilbijartinên 31 Adara îsal yên serokatiya şaredariyan de hevpeymana Partiya Dad û Geşedanê (AKP) bû, ragihand, ewê di hilbijartinên 23 Hezîranê de dîsa piştevaniya namzedê AKPê Bînalî Yildirim bikin.

Devlet Bahçelî li ser rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan jî axivî û tiştek sosret got! Bahçelî got, bila Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin bike!

Daxwaziya Bahçelî di demekî de ye ku piştî 8 salan, parêzerên Ocalan roja 2 vê mehê li girtîgeha Îmralî bi Ocalan re hevdîtin kiribûn lê naveroka hevdîtinê roja 6 vê mehê hatibû eşkerekirin.

Piştî hevdîtinê, hatibû gotin ku qesta AKP û Erdogan ew e ku bi rêka Ocalan kurdan razî bike di hilbijartinên Stenbolê de dengên xwe bidin AKPê.

Encamên hilbijartinên serokatiya şaredariya Stenbolê, li ser daxwaza AKPê hatibû betalkirin û biryar hatibû dayîn roja 23 Hezîrana îsal hilbijartin dubare bibin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.