1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Babacan: Pirsa Kurd heye û navnîşana çareseriyê sîyaset e
Babacan: Pirsa Kurd heye û navnîşana çareseriyê sîyaset e

Babacan: Pirsa Kurd heye û navnîşana çareseriyê sîyaset e

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Ali Babacan derbarê  pirsa Kurd d ku ev heyamk e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye rojeveke germ got ku “pirsa Kurdheye û navnîşana çareserkirina wê jî  sîyaset e.”

Serokê Giştî yê Partiya DEVA Ali Babacan piştî daxuyaniya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû “Em dikarin Pirsa Kurd ligel HDPê çareserbikin” li ser hesaba xwe ya Twitterê derbarê Pirsa Kurd peyamek belav kir.

Ali Babacan di peyama xwe de amaje pê dike ku pirsa Kurd heye û navnîşana çareserkirina wê jî  sîyaset e.

Babacan di peyama xwe de dibêje: “Min beriya niha jî gotibû, pirsa Kurd heye an nîne ji welatiyên wê derê bipirsin. Kesên ku ji Enqerê neçûbin Rojhilat, kesên ku li kolanên Baglara Amedê, Şemzînanê, Cizîrê negeriya be vê yekê nizane. Pirsa Kurd heye û çareseriya wê jî sîyaset e.”

Dema li Tirkiyê hilbijartin nêzîk dibin çareseriya pirsa Kurd dibe yek ji rojevên serekî yên wî welatî. Li gor şert û mercan eger hilbijartineke pêşwext çênebe, hilbijartina giştî ya Tirkiyê dê  sala 2023an de bireve biçe, lê ji niha ve çareseriya Pirsa Kurd bûye mijara siyasetmedarên Tirkiyê. 

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî  (CHP)  Kemal Kilicdaroglu ku mezintirîn partiya opozîsyonê ye di hevdîtineke taybet de amaje bi wê dabû ku ew dikarin ligel HDPê vê pirsê çareser bikin.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.