1. YAZARLAR

  2. İbrahim GÜÇLÜ

  3. Azadiya navên kurd&
İbrahim GÜÇLÜ

İbrahim GÜÇLÜ

İbrahim GÜÇLÜ
Yazarın Tüm Yazıları >

Azadiya navên kurd&

A+A-

Miletê kurd, di dema Împeratoriya Osmanî de navên xwe û navê welatê xwe Kurdistan; navên bajar, bajerok, gund, mezra, deşt, zozan, çiyayên xwe bi azadî bi kar dianî. Lewra wê demê Kurdistan nîv-otonom bû û welatekî xweser bû. Loma jî miletê kurd, li welatê xwe bi rengekî/awayekî desthilatdar bû. Desthilatdariya Kurdistanê, bi desthilatdariya feodalî ya navendî ya Osmanî re girêdayî bû.

Dema ku desthilatdarî ji melîkên osmanî hat girtin, dewlet wek dewleteke unîter, neteweyî ya tirk, otorîter, kolonyalî/metîngehkarî hat ava kirin; kevneşopên îttihad-terakkiyan kemalîstan desthilatdarî girtin destê xwe; hem dewlet jinûve avakirin û hem jî pêwendiya hikumeta merkezî û kurdan, jinûve reorganîze kirin. Her çiqas di destpêkê de kemalîst hewcedarî miletê kurd bûn, li hemberî kurdan raste rast tanzîmek nekirin. Lê piştî ku dewleta tirk xwe ava kir, piştgiriya îngilîzan û Yekîtiya Sovyetan wergirtin, paradîgmaya Împeratoriya Osmanî bi her awayekî hat guhertin.

Di Dewleta Tirk de, Kurdistanê statuya xwe û miletê kurd desthilatdariya xwe wenda kir. Siyaseta dewleta tirk ya fermî, hebûna miletê kurd, zimanê wê, hêjayeyê neteweyî ya miletê kurd, bi tevayî, tune qebûl kir. Ew kesên gotin “em kurd in”, hepis kir û ceza kir. Ew kesên bi zimanê kurdî qise kirin, mehkûmî cezayê hepisê û peran kir.

Ji bona ku miletê kurd bê tunekirin, divê ew ferqa miletê kurd û miletê tirk ji holê rabibûya. Ferqa kurdan ya tirkan jî, zimanê wan bû. Ew ferqa jî bi tunekirina ziman ji holê radibû.

Lewra tê zanîn û îdeologên dewleta tirk jî dipejirînin ku ferqa di navbeyna miletê kurd û tirkan de ziman e. Dema ku zimanê kurdî ji holê rabe, miletê kurd jî, ji holê radibe û tune dibe.

Gelo Zimanê kurdî jî çawa dikare ji holê rabe? Ew jî diyar e.

Dema ku zimanê kurdî li dibistanan nebe zimanê perwerdayî; tirkkirinek bi plan û bi sîstematîk bê meşandin; li Kurdistanê kurd bi zimanê tirkî bên perwerdayî kirin; zimanê redyo, rojnemayen, kovaran, televîzyonan bi tirkî be, ew tunekirina zimanê kurdî gelek bi hêsanî pêk tê. Dewleta tirk jî, 100 sal e ku vê yekê dike. Di vê siyasetê xwe de jî gavên mezin avêtiye.

Dewleta tirk, ji bona tunekirina miletê kurd, nasnameya miletê kurd û welatê wê Kurdistanê, bi her awayî qedexe kir. Ew kes û rewşenbîr û siyasetvanên gotin, “miletê kurd heye”, “ez kurd im”, “miletê kurd jî wek tirkan û miletên din yên dinyayê xwediyê her mafekî ye”, “welatê me Kurdistan e”, hatin hepis kirin û ceza kirin. Loma jî rewşenbîran û siyasetvanên kurd nikarî bi dehsalan navê miletê xwe û welatê xwe di nivîsên xwe de bi kar bîne. Îro jî ev trajediya dom dike.

Ew siyasetvan û rewşenbîrên navên miletê kurd û Kurdistan jî bi kar anîn, hatin hepiskirin, hatin cezakirin û hatin tecrît kirin.

Siyaseta fermî ya dewleta tirk, qedexekirina zimanê kurdî, di qadên din de jî pêk anî. Navên bajar, bajerok, gund, belde, mezra, deşt, zozan, çiyayan, giyan, nebatan hatin guhertin.

Her çiqas hikumeta Erdogan diyar kir ku dê qedexeya li ser navên kurdan ji holê rake jî, heta nûha ev yeka pêk neanî. Ew qedexan dom dikin.

Loma jî rewşenbîr û siyasetvanên kurd, partiyên siyasî û dezgehên sivîl yên kurdan, dixwazin ew qedexeyên li ser navê kurdan ji holê rabin û navên kurdan azad bibin. Zimanê kurdî bibe zimanê perwerdayî ye.

Ev xebata, xebateke gelek hêja, meşrû û pêwîst e. Dema kesek nikare ji navên xwe re xwedî derkeve, nikare ji miletê xwe, ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji şaxsiyeta xwe, ji malbat û eşîreta xwe, ji namûs û şerefe xwe re jî xwedî derkeve.

Ji bona ku navên kurdan azad bibin û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdayî, nivîskarê “Erdnîgeriya/Cografyaya Kurd” Îbrahîm Seydîyanî dest bi qempanyayek kiriye. Ev qempanyaya, ji bona azadiya navên kurdan gelek hêja ye, divê her kurdek, her rewşenbîrek û her siyasetvanekî kurd; dezgehên kurdan ji vê qempenyayê re bibe piştgir.

Ez jî, ji vê qempanyayê re piştgirî dikim.

*****

Problema miletê kurd, azadî ye. Pirsa Kuyrdistanê, rizgarî ye. Miletê kurd jî, divê wek miletê tirk û hemû miletên din yên dinyayê bibe xwediyê mafên siyasî, aborî, çandî. Ji bona miletê kurd jî, li Kurdistanê desthilatdarbûn, hikumetbûn pirsa serekê ye. Miletê kurd, di çarçeweya ev pirsa sereke de divê hemû mafên xwe yên neteweyî qezenç bike.

Desthilatdarbûna miletê kurd, kêmtir in bi sîstema federal ya Tirkiyeyê û Kurdistana Federe, di bingehê de bi dewleta serbixwe û konferderal dikare pêk bê.

Ji bona ku miletê kurd li Kurdistanê desthilatdar be, xebeteke kûr, dûrûdirêj, bi plan û sîstematîk pêwîst e.

Em baş dizanin ku ji bona navên kurdî û zimanê kurdî azadî xwestin; ji bona azadiya navên kurdî û zimanê kurdî xebat kirin, beşek ji azadiya miletê kurd û rizgariya Kurdistanê ya tevayî ye.

Amed, 12. 01. 2011

 http://netkurd.eu

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.