Azadiya derbirînê li Iraqê tê astengkirin
Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê radigihîne, ku azadiya derbirînê li Iraqê tê astengkirin û li ser navê cîbicîkirina yasayê, gelek binpêkarî têne kirin.
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, Fazil Xerawî ragihand ku heta niha jî azadiya derbirînê li Iraqê tê astengkirin û bi navê cîbicîkirina yasayê, gelek binpêkarî têne encamdan.
Xerawî amaje bi wê yekê jî kir ku çend haletên astengkirina azadiyan hene û êdî gihîştiye asta girtina xwepêşanderan û bi zorê belavkirina çalakvanan.
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan herwiha dibêje, komisyona wan daxwazê ji parlamento û hikûmetê dike, ku bi lez yasaya azadiya derbirînê û mafê gihîştina bi zanyariyan pesend bikin.
Fazil Xerawî hêvî kir, ku bi wê yasayê mafê hemwelatiyên Iraqê bê garantîkirin û mafên mirovan li Iraqê bihêztir bibe.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.