1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Azad Cundiyanî hişyarî da: Eger wisa bibe Herêma Kurdistanê namîne!
Azad Cundiyanî hişyarî da: Eger wisa bibe Herêma Kurdistanê namîne!

Azad Cundiyanî hişyarî da: Eger wisa bibe Herêma Kurdistanê namîne!

Şêwirmendekî Serok Barzanî dibêje, YNK dixwaze wan tiştên ku berê ji dest daye, dîsa bi dest bîne ji ber wê jî pêkanîna hikûmetê gîro bûye.

A+A-

 

Siyasetmedarê kurd û şêwirmendê Serok Barzanî, Azad Cundiyanî li ser pêkanîna hikûmetê û helwesta YNKê li ser wê mijarê ji televîzyona K24 re gotiye, lazim bû YNK di mijara lihevkirina ligel PDKê de nermî nîşan bida û hêsankarî bikira, çimkî ev rewşa ku niha heye ne di xizmet û xêra gelê Kurdistanê de ye.

Azad Cundiyanî, ku demek dirêj di nav YNKê de maye û mideyekî jî endamê polîtburoya wê partiyê bûye, her wiha gotiye, YNK dixwaze ew tiştên ku berê ji dest daye, dîsa bi dest bîne ji ber wê jî alozî derdikevin û pêkanîna hikûmetê jî gîro dibe.

Wî şêwirmendê Barzanî daye zanîn ku nemana rêkeftina “stratejîk” di navbera PDK û YNKê de ziyanek mezin gihandiye Herêma Kurdistanê û gotiye, êdî lazim e partiyên siyasî xwe bo 4 salên bê amade bikin ji ber ku Rojhilata Navîn di nav guhertinên mezin û kirîtîk de ye. Herî kêm bila hewla parastina gelê Kurdistanê bidin.

Li ser gefên YNKê bo ragihandina sîstema du hikûmetî jî Cundiyanî gotiye, behskirina wan mijaran tê wateya tehdîdkirina statûya Herêma Kurdistanê, ji ber ku eger tiştekî wisa biqewime wê çaxê Herêma Kurdistanê namîne û kurd ji hev dûr dikevin.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.