1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Azad Cindiyanî: Divêt DTP bibe dosta AKP-ê û PKK jî xeteka siyasî bibijêre
Azad Cindiyanî: Divêt DTP bibe dosta AKP-ê û PKK jî xeteka siyasî bibijêre

Azad Cindiyanî: Divêt DTP bibe dosta AKP-ê û PKK jî xeteka siyasî bibijêre

A+A-

Heger heta duhî di hemî navendên resmî û hikûmî de û di beşeke pir ji navendên neresmî yên Tirkiyeyê de qise û behs tenê li ser wê bûbe ko çawa rûbirûyê »terorê« bibin, wekî ko di nivîsarên resmî û neresmî de navê wê dihat, vaye îro di çarçoveyeke fireh de gelek axaftin li ser wê yekê dibin ka meseleya kurd dê çawa bêt çareser kirin.

Her di vê çarçoveyê de di heqê siyaseta ko ev çend sal in bi navê rûbirûbûna »terorê« dihate tetbîq kirin de nêrîn û daxuyaniyên rexnehimbêzane jî hene, herwiha qise û behs li ser wan meseleyên ko hertim çareserkirina probleman tenê bi pêşxistina aboriyê ve girê didin, wek stratejiya ko ji bo projeya GAP-ê hatibû berçav kirin, hene.

Guhorîna esasî ya di gotara (soylema) serdest ya tirkî ya bi dehan salên borî de hevşan e digel gotara rexnehimbêz ya kurdî ko nuha ji berê zêdetir xebata çekdarî dide ber rexneyan û daxuyaniyên Abdullah Ocalanî jî dixe jêr pirsiyarê.

Bi kurtî nuha di gotara dijwar û tûj ya herdu aliyan de gelek guhorîn çêbûye ko dikare bibe avakera zemîna diyalogeke berhemdar.

Nuha Partiya Civaka Demokratîk DTP ne tenê fraksiyoneke parlemanî ye belku ew navendeke siyasî ye ko eger li ser rêya nuha berdewam be dikare bibe aliyê ko hêviya danûstandinan ji wê bêt kirin. Çêdibe ji bo wê armancê jî du tişt girîng bin. Ya yekê: PKK bi çaveke taktîkî nêzîkî hebûn û giraniya wê partiyê nebe. Ya duyê jî: Ew partî çawa dikare bibe dosta AKP-ê.

Çêdibe bi ya hin kesan seyr be ko qala dostayetiya di navbera DTP-ê û AKP-ê bêt kirin lê di rastiyê de ev dê bibe gaveke girîng çimkî di çarçoveya demokrasiya Tirkiyeyê de gelek armancên hevbeş yên van herdu partiyan hene. Her lewra wek çawa hilbijartinên sala bê yên belediyeyên Tirkiyeyê dikare bibe sedema aloztirbûna navbeyna herdu partiyan ko herdu jî du fraksiyonên parlamentoyê ne, bi berevajî jî dikare bibe sedema lihevnêzîkbûna wan.

Di vê rewşê de PKK-ê baş kir ko agirbesta xwe dirêj kir lê ya baştir e ew e ko PKK bi yekcarî dest ji xebata çekdarî berde bi taybetî ko heta nuha berhemeke wê nebûye û nayê çaverê kirin di paşerojê de jî tu encamên wê yên baş hebin.

Lewra baştirîn, minasibtirîn û bigire rasttirîn siyaset ko divêt PKK ji îro û pê de tetbîq bike ew e ko ji bo serxistina nexşerêya ko heval Mam Celal ev demeke dirêj e kar li ser wê dike, hewl bide û piraniya navendên biryara siyasî yên li Tirkiyeyê êdî êdî nêzî vê nexşerêyê dibin ko nexşerêya çareserkirina vê meseleyê ye. Herweha divê PKK siyaseta xwe heta wê endazeyê biguncîne û nermiyê nîşan bide ko nexşerê rêya berdewambûnê jê re çêke.

Bi wateyeke dî pêwîst e PKK ji bo berjewendiyên gelê kurd li Tirkiyeyê vê rastiya nû li derveyî berjewendiya îdelojîk û hizbî fêhm bike û azayetiyeke siyasiyane nîşan bide û biryareke cesûrane bide.

Têbînî: Azad Cindiyanî berpirsê medyaya YNK-ê ye û ev nivîsara wî ji Pukmediayê hatiye girtin.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.