1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Artêşa Iraqê: Sedî 6ê axa Iraqê di bin desthilatiya DAIŞê de maye
Artêşa Iraqê: Sedî 6ê axa Iraqê di bin desthilatiya DAIŞê de maye

Artêşa Iraqê: Sedî 6ê axa Iraqê di bin desthilatiya DAIŞê de maye

Fermandariya operasyonên hevbeş a artêşa Iraqê ragehand, sedî 6ê axa Iraqê di bin desthilatiya DAIŞê de maye.

A+A-

Îro 16.05.2017ê fermandarê operasyonên hevbeş a artêşa Iraqê Yehya Resûl di civîneke hevbeş a li gel berdevkê hêzên hevpeymana navnetewî ya dijî DAIŞê John Duryan de ragehand, ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê heta naha 650 hezar hemwelatiyên parêzgeha Nînowa koçber bûne û naha 28 hezar malbatên koçber ên Mûsilê vegeryane.

Yehya Resûl got: ‘’Sedî 98.5ê rojavayê bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye rizgar kirin û naha tenê sedî 6ê axa Iraqê di bin destê desthilatiya DAIŞê de maye.

Yehya Resûl amaje bi kontrol kirina temamî ya rojhilatê Mûsilê kir û ragehand, ji destpêka operasyona Mûsilê heta 16 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin, 393 çekdar jî bi dîl ango êxsîr hatine girtin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.