1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Arjantîn, leyîstika bi Îsraîlê re ji ber protestoyan betal kir
Arjantîn, leyîstika bi Îsraîlê re ji ber protestoyan betal kir

Arjantîn, leyîstika bi Îsraîlê re ji ber protestoyan betal kir

A+A-


Leyîstika-maça amadeyîyê ya divêyabû di nava taximên goka lingan-fûtbolê ên millî yên Arjantînê û Îsraîlê de li Qudsê bihata leyîstin hat betalkirin. Di biryara-qerarê betalkirinê de protestoyên li Qudsê leyîstina maçê bibandor bûn.

 

Li gora xeberên di çapemenîya Arjantînê de weşandî, Federasyonê Golingê ya Arjantînê betalkirina leyîstika divêyabû di 9ê Ḥezîranê de were lidarxistin bi hevmeqamê xwe yê Îsraîlî daye zanîn.

Di xeberan de tê gotin ku birêvebirê teknîk ê taximê millî yê Arjantînê Jorge Sampaolî û leyîstikvan ji serî ve li dijî leyîstina maça amadehîyê bûne.

Leyîstikvanê golingê yê Arjantînê Gonzalo Hîguaîn jî ji têlevizyona ESPN-ê re axaft û got biryara-qerarê betalkirinê li feydeya civatê ye.

Filistînî dibêjin leyîstik-maç, bi destê Îsraîlê binpêkirina Qudsê rewa dike.

Filistînî li çendîn cîhan, herweha li Barselonayê jî birêveçûnên xwenîşandayînê li dar xistibûn.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

         

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.