1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerîkayê yekem binkeya serbazî li Hesekê ava kir
Amerîkayê yekem binkeya serbazî li Hesekê ava kir

Amerîkayê yekem binkeya serbazî li Hesekê ava kir

A+A-

Hêzên Amerîkayê binkeyeke nû ya serbazî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava kirin.

Duh, roja înê, hêzên Amerîkayê binkeyeke serbazî li taxa Xiwêran li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava kirin.

Binkeya nû ya hêzên Amerîkî li bajarê Hesekê di nava baregeheke berê ya hêzên berevaniya xweser û nêzîkî zindaneke girtiyên DAIŞê hatiye avakirin.

Hejmarek wesayîtên sebazî ligel hejmarek serbaz li bingehê cih girtine û ala Amerîkayê li ser hatiye bilindkirin.

Li bajarê Hesekê jibilî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hêzên ser bi rejîma Sûriyê jî hene û bajar di navbera herdu aliyan de dabeş kiriye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.