1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerîkayê nexşerêya Fransayê ya derbarê Îranê de red kir
Amerîkayê nexşerêya Fransayê ya derbarê Îranê de red kir

Amerîkayê nexşerêya Fransayê ya derbarê Îranê de red kir

A+A-

Amerîkayê nexşerêya Fransayê ya ji bo rizgarkirina rêkeftina etomî ya li gel Îranê red kir.

Piştî gotara Serokomarê Îranê, Hesen Ruhanî di civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Berpirsê Dosyeya Îranê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de, Brian Hook ragihand, nexşerêya Fransayê ya derbarê rêkeftina etomî ya li gel Îranê de nexşerêyeke mikum nebû û diyar kir, Waşington wê nexşerêyê red dike.

Hook got, Îran divê di navbera maseya gotûbêjan û rûxana aboriya xwe de yekê hilbijêre.

Di nexşeriya Fransayê de hatiye, ku Ewropa 15 milyar dolaran bide Îranê, û Îran jî vegere ser pêbendiya bi rêkeftina etomî û Tehran ji hemû pêngavên zêdekirina çalakiyên xwe yên etomî poşman bibe.

Her li gor vê nexşerêyê, divê Amerîka jî rê bide ku Îran rêjeyek ji nefta xwe bifiroşe, ku Amerîkayê dorpêçên gelek tund bi ser wê sektora aboriya Îranê de sepandiye û hinardeya petrola wî welatî ji ber wan dorpêçan gelek daketiye.

Di rojên destpêkê yên vê mehê de, ji bo gotûbêjkirina navberoka wê nexşerêyê, Wezîrê Darayî yê Fransayê serdana Amerîkayê kiribû û bi hevtayê xwe yê amerîkî re hevdîtin pêk anîbû, lê belê ti daxuyaniyeke fermî li ser encama wê hevdîtinê nehatibû dayîn.

Îranê pêştir xwesteke xwe gihandiye welatên ewropayê ku ji bo vegera bo ser maseya gotûbêjan û pabendbûna Tehranê bi rêkeftina etomî, divê rê bi wî welatî bê dayîn ku bi kêmanî rojane 700 hezar bermîlên petrola xwe bifiroşe.

Her li kevana birêveçûna civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê, roja bihorî, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî hevdîtin pêk anîbûn û li ser rêkeftina etomî û kêmkirina aloziyên navbera Îranê û Amerîkayê gotûbêj kiribûn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.