1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerîkayê ji bo neqilkirina sindoqên hilbijartinê Tirkiya hişyar kir
Amerîkayê ji bo neqilkirina sindoqên hilbijartinê Tirkiya hişyar kir

Amerîkayê ji bo neqilkirina sindoqên hilbijartinê Tirkiya hişyar kir

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê bi baldarî û ji nêzîk ve hilbijartinên 1ê Mijdarê dişopînin.

A+A-

Ji aliyê Amerîkayê ve hinek daxuyanî ketin çapemeniyê ku hişyariyê dide Tirkiyayê û Yekîtiya Ewropayê jî bi şandina komîsyoneke çavdêriyê endîşeyên xwe tîne zimên.

 

Li Washingtonê Konseya Tirkiye û Amerikayê mijara neqilkirina sindoqên anî rojevê; nerazîbûn û endîşeyên xwe anî ziman. Rayedarekî Konseyê dibêje ku bila YE vê hilbijartinê bi komîsyoneke mezintir ve bimeşîne, endîşe gelekî cidî ne. Herwiha Balyozê DYAyê yê Enqereyê John Bass got ku rêvebiriya Washingtonê bi eleqedarî û endîşe pêvajoya hilbijartinê dişopîne.

 

Ji aliyê din ve YEyê biryar da ku komîsyoneke çavdêr bişîne herêma kurdnişîn û tevgera hilbijartinê ji nêz ve bişopîne. Bi serokatiya Balyozê Almanî Geert-Hinrich Ahrens komîsyoneke ji 11 kesan pêkhatî dê pêvajoya heta hilbijartinê lêkolîn bike.

 

Ev endîşeya Amerîka û Yekîtîya Ewropayê ji ber wê yekê ye ku li Tirkiyayê Civata Bilind a Hilbijartinan biryar dabû ku li Cizîr, Serê Kaniyê û Geverê dê sindoqên hilbijartinê neqlî cihinan bikin û ev astengî dê bikaranîna dengan bi fikreke azad îxlal bike.



 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.