1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerîkayê îtiraf kir: 11 serbaz di êrîşa mûşekî ya Îranê de birîndar bûne
Amerîkayê îtiraf kir: 11 serbaz di êrîşa mûşekî ya Îranê de birîndar bûne

Amerîkayê îtiraf kir: 11 serbaz di êrîşa mûşekî ya Îranê de birîndar bûne

A+A-

Tevî ku Serokê Amerîkayê û rayedarên din ên wî welatî ragihandin, ti serbazekî wî amerîkî di êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser binkeyên wan ên serbazî yên li Iraqê nebûne qurbanî, lê belê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê dibêje, di wê êrîşê de 11 serbazên wan birîndar bûn.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, Bill Orban di daxuyaniyekê de ragihand, di demekê de ku ti serbazek di êrîşa mûşekî ya 8ê Çile de li binkeya Eyn el Esed canê xwe ji dest nedane, lê belê çendîn serbazî ji ber şok, ji hişçûn û fişara liqîna mejî, çareserî wergirtine û hêj di jêr çavdêriyê de ne.

Bi gotina Orban 11 serbaz ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê birîndar bûne û diyar kir, 8 serbaz bo binkeya tendirustiya Landstol li Almanya û 3 serbaz jî bo binkeya Erîfcan li Kuweytê hatine veguhastin.

Bill Orban herwiha amaje bi wê jî kir, piraniya wan 1500 serbazên ku li binkeya Eyn Esed hatine bicihkirin, berî êrîşê û bi sedema agahdarbûna ji êrîşê, di sitargehên xwe de mane û xwe ji êrîşê parastine.

Derbarê zirarên êrîşên mûşekî yên Îranê de, pêştir Milley Cagins di dema paqijkirina binkeya Eyn el Esed de gotibû: Zêdetir ji 10 mûşekên mezin arasteyê binkeya Eyn el Esed hatin kirin, zirar gihandine xetên berevaniyê yên binkeyê, teqînan çalên mezin çêkirine, ji dîwarên betonî derbas bûne, serbazgehên bi dehan serbazan wêran kirine û çendîn holên çakkirina firokeya jî rûxandine.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, Bill Orban destnîşan kiriye, di rojên pişî êrîşê de, ji bo cîbicîkirina rêkarên tund, beşek ji serbazên Amerîkayê ji binkeya Eyn el Esed hatine veguhastin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.