1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerîkayê çekên giran û wesayîtên zirxî yên nû ji YPGê re şandin
Amerîkayê çekên giran û wesayîtên zirxî yên nû ji YPGê re şandin

Amerîkayê çekên giran û wesayîtên zirxî yên nû ji YPGê re şandin

Amerîkayê di çerçoveya operasyona Reqayê de çekên giran û wesayîtên zirxî ji HSDê re ku hêza sereke ji YPGê pêk tê re şand.

A+A-

Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji Yekîneya Parastin a Gel (YPG) pêk tê, hatin wergirtin di demên dawî de Amerîka hema hema her roj alîkariya leşkerî bo HSDê dişine.

Rayedarekî HSDê ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku çekên giran û wesayîtên zirxî ku Amerîkayê bo wan şandine, doh êvarê gihîştine deste wan û got: "Amerîkayê di çerçoveya operasyona Reqayê de çekên giran û wesayîtên zirxî ji me re şand. Çek û wesayîtên zirxî ji ser Herêma Kuridstanê ve ji Deriyê Sînor Semelkayê ve derbasî Rojava bûn. Ji wir jî bi TIRan derbasî Reqayê hatin kirin. Çek û wesayît bi 190 TIRan hatin. Amerîka di 10 rojên dawî de hema hema her roj ji mere çekên giran û wesayîtên zirxî dişine. Amerîka ji bilî çekên ku ji me re dişine sewqiyata leşkerî bo baregehên leşkerî ku ji xwe re li herêmên di bin kontrola me de ne, avakirine jî dişinin. Li Rojava 8 baregehên leşkerî û 2 baregehên hewayî yên Amerîkayê hene. Sewqiyata leşkerî bo ewlehiya wan baregehan tên kirin. Sewqiyata leşkerî caran bi helîkopteran pêk tên. Hewcedariya me bi alîkariya leşkerî ya Amerîkayê heye, lewre em bi rêxistina herî hov a li Cîhanê re şer dikin. Gelek çekên giran û wesayîtên zirxî di destê DAIŞê de hene. Divê çekên wiha di desten me de jî hebin."

Etiketler : , , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.