1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerîka û Îran hewla çareserkirina pirsa etomî didin
Amerîka û Îran hewla çareserkirina pirsa etomî didin

Amerîka û Îran hewla çareserkirina pirsa etomî didin

A+A-

Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Amerîka Jake Sullivan ragihand, dîplomasiyê di navbera Amerîka û Îranê de destpêkiriye ji bo pirsa etomî.

Jake Sullivan dibêje, ew dîplomasî bi awayê nerasterast û di riya kanala Ewrûpiyan û hendek riyên din de ye, ji bo rizgarkirina rêkkeftina etomî.

Sullivan got, ew pêwendiyên nerasterast di navbera Amerîka û Îranê de, rê xweş dike ku ew ji Îranê re zelal bikin ka derbarê pabendî li hember pabendiyê helwesta me çi ye û em helwesta Îranê jî bizanin.

Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Amerîkayê got, ev yek karekî asan nabe, lê niha ew di nava dîplomasiyekê de ne ku dikarin pêşve biçin û di dawiyê de bigehin armanca xwe, ew jî rêgirî li Îranê ye ku bibe xwediya çekên etomî. 

Ev gotin di demekê de ne ku berpirsên Îranê dibêjin, ti pêwendiyek di navbera Îran û Amerîka de nîne, çi rasterast û çi ne rasterast.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.