1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerîka: Rûsya 28 balafirên şer şandiye Sûriyê
Amerîka: Rûsya 28 balafirên şer şandiye Sûriyê

Amerîka: Rûsya 28 balafirên şer şandiye Sûriyê

Rayedarên Amerîka ragihandin ku, Rûsya 28 balafirên xwe yên şer li Sûriyê bi cih kiriye û niha dest bi çavdêriya axa wî welatî kiriye.

A+A-

Waşîngton: Rayedarekî wî welatî ku nexwest navê wî eşkere bibe û got: niha 28 balafirên şer ên Rûsya li bajarê Laziqiye (Ku navenda alîgirên Esed e) bi cih bûne.

Berpirsekî din ê Amerîka ragihand ku, 20 balafirên din ên wî welatî, ku balafirên veguhestinê ne, li Sûriyê ne.

 

Ev çend heften e ku Amerîka dilgiraniya xwe ji ber şandina Rûsya çek û balafirên xwe bo Sûriyê, nîşan dide.

 

Tê zanîn ku Amerîka û hevalbendên xwe hevpeymaniyek navdewletî li dijî DAIŞê pêk anîne, lê Rûsya niha ne di wê hevpeymaniyê de ye.

 

Rûsya bi şandina çekan û destpêkirina çavdêriya axa Sûriyê dixwaze hevpeymaniyeke din ava, ku rêjîma Esed jî li xwe bigire.

 



 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.