1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerika: Nabe Tirkiye bibe xwediyê S400an û F35
Amerika: Nabe Tirkiye bibe xwediyê S400an û F35

Amerika: Nabe Tirkiye bibe xwediyê S400an û F35

Wezareta Berevaniya Amerika dibêje: Tirkiye nabe hem bibe xwediyê F-35 an û hem jî, bibe xwedanê S-400 an.

A+A-

 

Wekilê Wezareta Parastina Amerika Patrick Shanahan bi daxûyaniyekê got: Amerika naxwaze nehêniyên teknolojiya Amerika bikeve destê Rusyayê de.

Shanahan, Nûnerên Kongresa Amerika di derbarê teknolojiya welat de agahdar kir û babeta F-35 û S-400an, ku Tirkiye dixwaze bibe xwediyê her du projeyan, rexne kir.

Patrick Shanahan got: Tirkiye dixwaze bibe xwediyê teknika Rusya û bibe xwediyê teknika Amerika jî, lê ew, vê helwêsta Tirkiyê rast nabîn in.

Wekilê Wezereta Berevaniya Amerika Shanahan got: Nabe Tirkiyê bibe xwediyê her du projeyan, yan F-35 yan S-400, em vekirî û zelal dibêjin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.