
Amerîka ji bo ewlehiya referandumê hêzên xwe yên taybet şandin Kurdistanê
Amerîka ji bo ewlehiya Herêma Kurdistanê ku bi referandumê amadehiya serxwebûnê dike amadehiya parastinê dike. Amerîka 650 hêzên taybet şandin Hewlêrê.
Amerîka, Kerkûk jî di nav de amadehiyê dike ku hêzên xwe yên taybet bişîne herêmên bi nîqaş ên Kurdistanê. Li gorî nûçeya malpera Nêrînaazad, Amerîka 650 leşkerên xwe yên ku ji hêzên taybet pêk dihatin li Kerkûk, Mexmûr, Kesîk û Xurmatûyê bi cih dike. Leşkerên amerîkî wê di pêvajoya referandumê de ewlehiya herêmê bigrin û dibe hejmara van leşkeran bigihîje 3 hezaran.
LI KERKÛKÊ ÇALAKIYÊN PROVEKATÎV
Li gorî agahiyan Amerîka leşkerên xwe yên hêzên taybet li Baregeha Herîr a bajarê Hewlêrê dide sekinandin.
Li Kerkûkê bûyerên provekatîv her roj zêdetir dibin û Heşdî Şabî jî milîsên xwe sewkî sînorê bajêr dike. Di bûyerên 3 rojên dawî yên Kerkûkê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn. Piştî ku milîsên Heşdî Şabî li sînorên bajêr bi cih bûn dê Amerîka jî di destpêkê de 300 leşkerî bişîne Kerkûkê.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.