1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ‘Amerîka êriş bike dê Tirkiye deriyê xwe yê sînor bigre'
‘Amerîka êriş bike dê Tirkiye deriyê xwe yê sînor bigre'

‘Amerîka êriş bike dê Tirkiye deriyê xwe yê sînor bigre'

Di zîrweya ewlehî ku duhî bi serokatiya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim de hat lidarxistin rewşa dawî ya Sûriyeyê hat nirxandin. Li gorî agahiyan Amerîka êrişî Idlîbê bike dê Tirkiye deriyê xwe yê sînor bigre.

A+A-

Zîrweya ewlehî ya Tirkiyeyê li Enqereyê bi tevlîbûna Serokwezîr Binali Yildirim, Berdevkê Serokomar Îbrahîm Kalin, Sererkanê Giştî Hulusi Akar, Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Bazirganî û Gumrikê Bulent Tufenkçi, Misteşarê MÎTê Hakan Fidan û hinek dîplomatan hat lidarxistin. Civînê seetek û 30 deqiqeyî domand û mijara sereke ya civînê jî bûyerên Sûriye û rewşa dawî ya Idlibê bû.

 

Li gorî nûçegihanê rojnameya Haberturkê Bulent Aydemir di zîrweyê de rewşa dawî ya Sûriyeyê hat nirxandin û biryar hat dayîn ku heke Amerîka êrişî bajarê Idlîbê bike dê Tirkiye deriyê xwe yê sînor ê Cilvegozu ji xeyrî alîkariyên însanî ji çûn û hatin û kare bazirganî re bigre.

Li gorî nûçeyê, di zîrweyê de bûyerên dawî yên Efrînê jî hatin nirxandin, lê ji bo lidarxistina operasyonekê li hemberî Efrînê ti biryar nehatiye dayîn.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.