1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerîka: Em hêvî dikin ku li gel Tirkiyê agirbestê pêk bînin
Amerîka: Em hêvî dikin ku li gel Tirkiyê agirbestê pêk bînin

Amerîka: Em hêvî dikin ku li gel Tirkiyê agirbestê pêk bînin

A+A-

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand, ku li ser krîza Sûriyê pêşketinek pêk hatiye û diyar kir, ku Washington di derbarê vê mijarê de li gel Tirkiyê bi awayekî çalak hevkariya xwe dê bidomîne.

Li gor nûçeya Sputnikê, Tillerson li gel karmendên Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Stenbolê hatin ba hev û hat ragihandin ku di hevdîtinê de Tillerson wiha gotiye: “Li Sûriyê di qadekê de em pêş dikevin.”

Herwiha Rex Tillerson, agirbesta ku ji 9ê Tîrmehê ve li başûrê rojavayê Sûriyê dest pê kiriye nirxandiye û hêviyên xwe aniye ziman ku li deverên bakurê Sûriyê jî ev pêk were û gotiye: “Em hêvî dikin ku li gel Tirkiyê vê yekê (agirbest) pêk bînin. Emê li ser van mijaran bi awayekî sift bixebitin.”

Weke din Tillerson amaje bi yekê kiriye: “Hêviya min ew e ku ev ji bo baweriyê (di navbera Amerîka û Tirkiye de) derfetek dabîn bikin.”  

 

 

rudaw

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.