1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerîka: 50 km man / Êriş dest pê dike
Amerîka: 50 km man / Êriş dest pê dike

Amerîka: 50 km man / Êriş dest pê dike

Wezîrê Parastina Amerîkayê Ahston Carter got, hêzên hevpeymaniya li dijî DAIŞê li Sûriyeyê nêzîkî navenda DAIŞê bûne û dê êrişê rafineyên petrolê yên di bin kontrola DAIŞê de bikin.

A+A-

Wezîrê Parastina Amerîkayê Ahston Carter li Komiteya Alîkariyên Çekdarî ya Senatoya Amerîkayê beşdarî panela “Stratejiyên Leşkerî yên li Rojhilata Navîn” bû û pirsên senatoran bersivand.

 

Ahston Carter diyar kir ku hêzên Amerîka û hêzên hevpeymaniya li dijî DAIŞê dê êrişên xwe li hemberî rêxistinê tundtir bikin û got, dê taybet li bajarê Reqayê, Enbar û Rûmadiyê operasyonên xwe zêde bikin.

 

Carter da zanîn ew dê li bajarê Reqayê êrişên xwe zêde bikin û dê alîkariya dijberaya nerm a Sûriyeyê jî bikin.

 

Herwiha Carter diyar kir hêzên dijbereya nerm a Sûriyeyê, niha bi tenê 50 km dûre Reqayê ne.

 

Wezîrê Parastina Amerîkayê operasyona Hewiceyê ya hêzên amerîkî û hêzên pêşmerge ya hevbeş bibîr anî û got, ew dê xwe ji operasyonên bi wî awayî nevedin.

 

Rûdaw

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.