1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. AMED Ji bo Festîvala Zebeşan amadekarî tê kirin
AMED Ji bo Festîvala Zebeşan amadekarî tê kirin

AMED Ji bo Festîvala Zebeşan amadekarî tê kirin

A+A-

 

Ji festîvala zebeşên Amedê re hêj mehek û nîv heye, lê cotkar bi kelecaneke mezin li benda festîvalê ne. Ji niha ve zebeşên hin cotkaran gihiştine 19 kîloyan. Cotkar dibêjin ger nexweşî li zebeşên wan nekeve, îsal dê kîloya zebeşên wan bigihije 55 - 60 kîloyan.


 

Gundê Simaqê her sal di van mehan de dikeve rojeva amediyan. Her çi qas navê gund Simaq be jî, ew ne bi simaqên xwe, bi zebeşên xwe navdar e.

Li hemû bostanên gundê Simaqê li ber Çemê Dîcleyê zebeş hatine ajotin. Di van bostanan de zebeşên festîvalê tên amadekirin. Hema hema her sal yekemîn, duyemîn û sêyemînên festîvalê ji gundê Simaqê derdikevin. Her zebeşeke vî gundî ji 30 kîloyan heta 50 kîloyan in.

Cotkarê bi navê Osman Uçar di gelek festîvalan de pileya yekemîn bi dest xistiye. Ji bo ku zebeşekî 40 - 50 kîloyî biçîne, kedeke mezin dide û ji niha ve ji bo festîvala zebeşan amade ye.

Osman Uçar ji Rûdawê re diyar kir: “Ez neh deh caran bûme yekemîn. Em derman, gubre davêjin û av didinê. Dema ku nexweşî tunebe, heta 55 - 60 kîlo jî derdikeve. Par nexweşî çêbû lê dîsa jî zebeşê herî kêm 33 kîlo bû. Zebeşê Amedê yê herî hûr 25 kîlo davêje, lê zebeşên deverên din hûr in.”

Yek ji cotkarên zebeşên Amedê jî Mistefa Kut e. Di festîvala zebeşan a sala par de, 25 zebeşên wî ketin pileyên bilind. Herwiha zebeşên wî pileyên yekemîn, duyemîn û sêyemîn jî bi dest xistine.

Mistefa Kut dibêje: “Zebeş hemû li ser gundê me ye. Ji berê ve me ev kar kiriye. 15 - 20 roj berê, ger nexweşî tunebe, dê 40 – 45 – 50 kîlo derkeve. Em piştre beşdarî festîvalê dibin û emê bikevin pileya bilind. Serê zebeşê 200 lîre pere didin me. Pere li gorî pileyê tê dayîn.”

Zebeşên Amedê bi kîloya xwe ya zêde, xetên xwe yên stûr û tama xwe ya şîrîn, ji zebeşên deverên din cudatir e. Zebeşên Amedê piştî hemû zebeşan derdikevin. Di destpêka meha îlonê de tên rakirin û li bazaran tên belavkirin.

 

 

rudaw

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.