1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Almanya – Polîs mal bi mal li wan DAIŞiyan digere
Almanya – Polîs mal bi mal li wan DAIŞiyan digere

Almanya – Polîs mal bi mal li wan DAIŞiyan digere

Li Almanyayê, hêzên polîs avêtin ser mizgeftek û çend malên alîgirên rêxistinên radîkal ên mîna DAIŞê.

A+A-

Li paytexta Almanya, Berlînê, bi tometa ku piştgiriya rêxistinên îslamîst yên tundrew li Sûriyê dikin, polîsan îro danê sibê avêtin ser mizgefta Îbrahim Xelîl. Li gor îstixbarata almanî, mizgefta han ji sala 2004ê ve yek ji navendên cîhadîstan e.

 

Polîsê Almanyayê li ser wê operasyonê ragihandiye, bi mehan e ew li kesekî 51salî yê ji Moroko (Fas) digerin. Ew zilam, bi wê yekê tê tometbarkirin ku kesên din han dide ku li Sûriyê tevlî komên îslamî yên radîkal bibin.

 

Polîs her wiha dibêje, ew li pey xortekî 19-salî yê Makedonî jî digerin. Ew xort jî tê tometbarkirin ku li Sûriyê tevlî komên îslamîst bûye.

 

Armanca serdegirtina 7 malan jî ew bû ku kesên nêzîkî herdu kesên tometbar bên girtin. Li gor polîsan, 200 polîs û tîmeke taybet ya li dijî terorê tevlî operasyonê bibû.

 

Li gor polîsan, ti girêdana vê operasyona îro bi bûyera hefteya borî ya kuştina îslamîstekî kurd li Berlînê tine.

 

Îslamîstê kurd ê bi navê Refîq Y. hefteya borî piştî ku êrişî polîseke jin kiribû û ew bi kêrê birîndar kiribû, ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Îniya borî jî du kesên îslamîst li Berlînê hatibûn girtin.

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.