1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Almanya: Milîsên li Şingalê asteng in li pêşiya vegera xelkê
Almanya: Milîsên li Şingalê asteng in li pêşiya vegera xelkê

Almanya: Milîsên li Şingalê asteng in li pêşiya vegera xelkê

A+A-

Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku ew milîsên li Şingalê bûne sedema nearamiya wê navçeyê û vegera xelkê asteng dikin.

 

Wezareta Derve ya Almanyayê li ser malpera xwe ya fermî, di 5.salvegera Komkujiya Şingalê, derbarê rewşa Kurdên Êzidî de bi navê ‘Hikûmeta Almanyayê çawa Alîkariya Êzidiyan Dike’ daxuyaniyek belav kir.

 

Wezareta Derve ya Almanyayê di wê daxuyaniyê de amaje bi hebûna grûpên çekdar ên li Şingalê kir û ragihand ku ew milîs bûne sedema nearamiya wê navçeyê û vegera xelkê asteng dikin.

 

Wezareta Derve ya Almanyayê radigihne ku heta niha zêdetirî 2 hezar û 900 Kurdên Êzidî yên revandî çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku niha zêdedtir ji 300 hezar Kurdên Êzidî li Herêma Kurdistanê weke koçber dijîn. Tê gotin ku baweriya wan koçberan bi vegera bo bajarê Şingalê nayê, ji ber ku asayîş û seqamgirî li wê deverê pêk nehatiye û hejmareke zêde ya milîsan li wê herêmê  bicih bûne.

 

Wezareta Derve ya Almanyayê, derbarê rewşa Şingalê de jî dibêje, hebûna hejmareke zêde ya grûpên çekdar li Şingalê bûye sedema nearamiya wê deverê û bûne asteng li pêşiya Kurdên Êzidî vegera bo cih û warên xwe.

 

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin hikûmeta federalî ya Almanyayê hewl dide alîkariya koçberan bike taybet jî kesên ku pêwîstiya wan bi awayekî bilez bi alîkariyê heye.

 

Hatiye gotin ku seqamgirî binemayeke bo vegera awareyan û hatiye diyarkirin ku Almanya, ji bo pêkanîna seqamgiriyê li wan deveran, hewl dide û li gel nûnertiya Netewên Yekgirtî (NY) li Iraqê, kar dike bo vê armancê.

 

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.