1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ALMANYA: BILA BEXDA DEST BI GUFTUGOYÊ BIKE
ALMANYA: BILA BEXDA DEST BI GUFTUGOYÊ BIKE

ALMANYA: BILA BEXDA DEST BI GUFTUGOYÊ BIKE

A+A-

 

Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Berlînê hatine cem hev û ji Bexdayê xwastin guftugo despê bike.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Kubat Talabanî ji bo hinek hevdîtinên fermî hatine Almanyayê.

Wezîrê karên derve Sîgmar Gabrîel û Barzanî li Berlînê hevdîtinek pêk anî. Barzanî di civînê da gazî kire Bexdayê ku guftugo despê bike. Gabrîel jî li ser daxwaza Barzanî sekinî û got: Ez dixwazim Bexda guftugoyê li gel Hewlêrê bike.

Barzanî : Em ji bo hevdîtinên di çarçoveya makezagonê da amade ne. Ji bo îstikrar û berfirehiyê hewceye hikmên makezagonê bêne bi cih kirin. Em sipasya Almanyayê dikin ku pêşmerge perwerde dike û alîkariya xwe dewam dike.

♦ufkumuzhaber/kurdî

 

 

                   

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.