1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Alimê dijberê DYE-yê rexne li Siûdîyê girt û hat girtin
Alimê dijberê DYE-yê rexne li Siûdîyê girt û hat girtin

Alimê dijberê DYE-yê rexne li Siûdîyê girt û hat girtin

A+A-

Piştî gotinên Mûḥemmed Selmanê mîrzade yên wek “em derbasî Îslama nerm dibin”, li Erebistana Siʕûdîyê guherînên mezin rû didin-diqewimin û kî li dijî rejime be tê girtin.

Seferê kurê Ebdurreḥmanê Elḥewalî yê ku di pirtûkên-kîtabên xwe de digot siyaseta welêt ne li gora hîmên Îslamîyetê ye û rexne li Birêvebirîya Siʕûdîyê digirt, hat girtin.

Li gora xeberên ji jêderên ʕErebî bidestketî, hêzên ewlehîya ʕErebistana Siʕûdîyê îro bi tevgerekê-operasyonekê bi ser mala wî de girtin û wî û kurrê wî girtin.

Di rojên çûyî de pirtûkeke-kîtabeke Ḥewalîyî ya bi navê “Misliman û Şaristanîya Rojava” belav bûbû û ew pirtûk li cîhana Ereban nav û deng dabû.

Di pirtûkê de li malbata Siʕûdan û li Yekîtîya Zanayên Erebistana Siʕûdîyê hin rexne hatibûn girtin û hin şîret li wan hatibûn kirin.

Di pûrtikê de tê gotin ku Erebistana Siʕûdîyê û hin welatên kendavê di serdana Trump-î ya Rojhilata Navîn de bi milyaran pere danê û rexne li wan tê girtin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.