1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ALÎKARIYA SIYONÎST JI BO MYANMARA NÎJADPERST
ALÎKARIYA SIYONÎST JI BO MYANMARA NÎJADPERST

ALÎKARIYA SIYONÎST JI BO MYANMARA NÎJADPERST

Firohtine çekên Myanmarê bi delîlan bi pêşkêşî mehkemê bû lê hikimeta Îsraîlê di vê mijarê da daxuyanî neda

A+A-

 

 

 

Parêzerê îsraîlî Eîtay Mack bi daxwaza sekinandina firohtina çekan ji bo Myanmarê doz li li mehkemê vekir û got: Îsraîl çekan tenê nafiroşe Myanmarê difiroşe gelek dîkdatoriyên din jî. Armanca firohtina çekan ya Îsraîlê ji bo pişgiriya dagirkeriya siyonîzmê ye.

 

Firohtine çekên Myanmarê bi delîlan bi pêşkêşî mehkemê bû lê hikimeta Îsraîlê di vê mijarê da daxuyanî neda. Mehkema Îsraîlê biryara sekinandina firohtina çekan wergirt lê ev biryare bi raya giştî ve nehate parve kirin û qedexe danane ser vê biryarê.

Parêzerê aqtîvîstê Eîtay Mack di mesela firohtina çekan da dibêje: Mesele ne tenê pare ye. Îsraîl çekan tenê nafiroşe Myanmarê difiroşe gelek dîkdatoriyan jî. Armanca firohtina çekan ne tîcarîye, ji bo pişgiriya dagirkeriya siyonîzmê ye.

Îsraîl dixwaze di navbera xwe û Myanmarê da pirekê ava bike. Myanmar muttefîkekî gelek başe ji bo Îsraîlê. Ji salên 1950 ê heta niha di navbera Îsraîl û Myanmarê da têkiliyên dîplomatîk hene. Îsraîl ji bo îşgal kirina axa Filîstînê li muttefîkan bê şert û merc digerhe. Myanmar jî yek ji wan muttefîka ye.

♦ ufkumuzhaber/kurdî

 

 

 

                 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.