1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Alîkarê Xaminêyî: Em dê hemû baregehên Amerîkayê ji nav bibin
Alîkarê Xaminêyî: Em dê hemû baregehên Amerîkayê ji nav bibin

Alîkarê Xaminêyî: Em dê hemû baregehên Amerîkayê ji nav bibin

Alîkarê Leşkerî yê Ayetullah Elî Xaminêyî yê Rêberê Îranê, Yehya Rehîm Sefewî ragihand, ku eger Amerîka êrişî Îranê bike, ew dê tevahia binke û baregehên serbazî yên Amerîkayê yên li deverê ji nav bibin.

A+A-

 

Yehya Rehîm Sefewî ku pêştir Fermandeyê Supaya Pasdaran a Îranê jî bûye, li ser daxuyaniyên wê dawiyê yên rayedarên Amerîkayê yên li dijî Îranê bertekek tund nîşan da.

Rehîm Sefewî derbarê gefên serbazî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê got, mûşekên dûrhavêj ên Îranê heta 2 hezar kîlometran dikarin bigihjin armancên destnîşankirî û tekez kir, eger ku Amerîka êrişî Îranê bike, Îran dê ewlehiya baregehên serbazî yên Amerîkayê yên li deverê bixe bin metirsiyê û hemû wan baregeha ji nav bibe.

Şêwirmendê Rêberê Îranê da xuyakirin, Amerîka bi gefên li ser Îranê dixwaze zemîneya pevçûneke serbazî li gel Îranê pêk bîne.

Ew yek di demekê de ye, ku duh çarşembiyê jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongreya Amerîkayê de ragihand, ku Waşington piştgiriyê dide guhertina sîstema Îranê û di wê çarçoveyê de jî piştevaniyê li wan aliyên navxweyî yên îranî dike, ku hewla guhertinan didin.

Daxuyaniya Tillerson rastî berteke tund a Wezareta Derve ya Îranê hat û îro pêncçembî 15ê Hezîranê, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Behram Qasimî gotinên Tillerson şermezar kir û got, ku ew gotin destwerdana Amerîakyê di nava karûbarên navxweyî yên Îranê de ne û li dijî yasa û hiqûqa navdewletî ne, ku bi gotina wî bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Behram Qasimî herwiha got, ku Waşington ji 30 sal berî niha ve hewla guhertina rejîmê li Îranê dide û diyar kir, ku weke carên berê dê cardin hewlên Amerîkayê rastî şikestinê werin.

 

 

rudaw

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.