Al a Kurdistanê liser avahiya şaredariya Toronto ya Kanada tê bilind kirin
A+A-
Biryar e roja 16ê vê mehê, wek bersivekê hemberî xiyaneta 16ê Oktoberê, liser daxwaza welatiyên Kurd ên Kerkûkê Al a Kurdistanê liser avahiya şaredariya bajarê Toronto ya Kanada tê bilind kirin.
Roja 16ê Adarê, ku salvegera kîmyabarana Helebce ye, li bajarê Toronto, Al a Kurdistanê liser avahiya şaredariyê tê bilind kirin.
Ew çalakî bi hewla welatiyek Kurd ê akinciyê Kanada bi navê Sertîb Kakeyî tê kirin.
Sertîb Kakeyî, beriya niha Serokê Mala Kurd - Kurdiş Haws li Toronto bû. Ji niha ve, bi alîkarî û piştevaniya Endamê Civata Şaredariya Toronto Cîm Kerecyanîs razîbuna bilindkirina Al a Kurdistanê liser avahiya şaredariyê wergirtiye.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.