1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Akar: Em dê di mijara F-35an de heta dawî mafên xwe biparêzin
Akar: Em dê di mijara F-35an de heta dawî mafên xwe biparêzin

Akar: Em dê di mijara F-35an de heta dawî mafên xwe biparêzin

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey li Baregahê NATO yê Brukselê hevdîtinek pêkanîn.

A+A-

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Bo Sûriyê James Jeffrey pêşhatên dawî nirxandin. Akar, piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got: "Bêbeşkirina Tirkiyê ji firokeyên şer ên F-35 dê bandore li NATOyê jî bike. Di mijara F-35an de em dê heta dawî mafên xwe biparêzin."

 

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey li Baregahê NATO yê Brukselê hevdîtinek pêkanîn.

 

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Sûriyê çêdibin hatin gotûbêjkirin. Piştî hevdîtinê Akar axaftinek kir û got: "Bêbeşkirina Tirkiyê ji firokeyên şer ên F-35 dê bandore li siyaseta berevaniyê ya NATOyê jî bike."

 

Derbarê mijarê de Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê daxuyaniyek da û got: "Wezîrê Berevaniyê Hulusi Akar, ligel Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey li Baregahê NATO yê Brukselê hevdîtinek pêkanî. Minbic û rojhilatê Firatê jî di nav de pêşhatên dawî li Sûriyê diqewimin hatin nirxandin."

 

Li gor daxuyaniyê, "Akar ji Jeffrey re gotiye ku li bendê ne sozên derbarê Minbicê de hatine dayîn bên cîbicîhkirin û herwiha careke din nerîna Tirkiyê ya derbarê pêkanîna devera aram de li rojhilatê Firatê aniye ziman."

 

Piştî hevdîtinê Akar di civîneke çapemeniyê de li ser mijara F-35an got: "Derbarê S-400an de girêdayî rêkeftina ligel Rûsyayê berpirsyariyên me hene. Bi kurtî ev kirîneke ku bidawî bûye. Astengkirina me di hevkariya projeya F-35an de ne dikeve berjewendiya Tirkiye, ne ya Amerîkayê û ne jî ya NATOyê. Tirkiye ne tenê mişterî ye, yek ji hevbeşên razemenî û berhemanînê ye. Derbarê programa F-35an de heta niha me hemû berpirsyariyên xwe anîne cih. Ev rêkeftineke ticarî ye. Di vê çarçoveyê de em dê heta dawî hemû mafên xwe biparêzin." 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.