1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. AK Partî: Rê nadin li bakurê Sûriyê dewletek nû ava bibe
AK Partî: Rê nadin li bakurê Sûriyê dewletek nû ava bibe

AK Partî: Rê nadin li bakurê Sûriyê dewletek nû ava bibe

Kurtulmuş dibêje, diyar dibe dema PKKê êdî dawî bûye û şûna wê PYD û YPG derdixin meydanê û dixwazin bikin rêxistineke siyasî û rewa. Da xuyakirin, ew van lîstikan hemû dibînin û ti carî rê nadin ku li bakurê Sûriyê dewletek nû bêdirustkirin.

A+A-

 

Cîgirê Serokê AK Partî Numan Kurtulmuş li Stenbolê di civîneke partiya xwe de got: "PYD û YPG li bakurê Sûriyê damezrandin û xwestin li wê derê dewletek dirust bikin. Niha jî dixwazin bikin rêxistineke siyasî. Em vê lîstikên dibînin û ti carî rê nadin tiştek weha.”

 

Kurtulmuş got jî: “Niha xelat danîne ser serkirdeyên PKKê, lê xebatên xwe yên sebazî jî bi PYD re berdewam dikin. Dixwazin PYD bikin rêxistineke siyasî. Tê fêmkirin ku çawa dema ASALA dawî bû, niha jî dema PKKê dawî bûye. Dixwazin yeke din derxin meydanê. Em metirsiya vê lîstikê dibînin û rê nadin. Jiber vê jî em li meydanê ne."

Demeke rayedarên Tirkiyê gefê li Rojavayê Kurdistanê dixwin û di dawiya Cotmeha bûrî de artêşa Tirkiyê hin gundê sînorî topbaran kir. Hat ragihandin jî, Tirkiye çekdarên opozîsyona Sûriyê yên “Mertala Firatê û Şaxa Zeytûnê” li hemberî deverên di destê HSDê de ne kom dike.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.