1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî pirsa enerjiya etomî ya Îranê gotûbêj dike
Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî pirsa enerjiya etomî ya Îranê gotûbêj dike

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî pirsa enerjiya etomî ya Îranê gotûbêj dike

A+A-

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî, li paytexta Nemsayê bajarê li Viyennaya li baregeha sereke ya wê ajansê dicive. Civîn taybet bi Borda Parêzgarên Ajansê ye, ku 35 welat tê de endam in û tê de du pirsên girîng dixe ber gotûbêjê.

Mijara sereke ya civînê, pirsa enerjiya etomî ya Îranê ye, bi taybetî, ku niha Îran beşek ji pabendiyên xwe bi Rêkeftina Etomî nehiştiye.

Serokê Giştî yê Ajansê Bi Wekalet, roja Yekşemê, li Îranê ligel berpirsên bilind ên wî welatî civiya û piştî civînê jî, di daxuyaniyekê de, Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê Etomî ragihand ku “Di civîna navbera Serokê Ajansa Navdewletî ya Enerjî Etomê û berpirsên Îranê de danûstandin derbarê çalakiyên etomî yên navdewletî yên wizeya etomî hate kirin. Tekezî li ser hevahengiyan derbarê cîbicîkirina rêkeftinan hate kirin. Hevahengiya temam a Îranê ligel Ajansa Wizeya Etomî pêwîst e û divê ew hevahengî jî di dema xwe de binî  Çalakiyên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî li Îranê dadperwer û serbixwe ne.”

Hevdem, biryar e naveroka civîna serokê wê ajansê ligel berpirsên Îranê, weke raportekê di civînê de raxin û ji aliyê endamên bordê ve, bê gotûbêjkirin.

Pirsa duyem jî, ku biryar e di civînê de bê behskirin, destnîşankirina serokê nû yê ajansê ye, ew jî piştî ku serokê berê yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî, Yoko Amano, di 18ê Tîrmeha îsal de, koça dawî kir.

Ev civîn di demekê de ye ku Îranê çalakyên xwe yên rtomî zêde kirine û Amerîka û hinek çavkaniyên navdewletî jî dibêjin, Îranê program û madeyên etomî yên veşartî hene.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.