1. HABERLER

  2. ARŞİVİMİZ

  3. Abdullah Ocalanî di meseleya TRT6-ê de tam çerx kir û got ew gaveka baş e
Abdullah Ocalanî di meseleya TRT6-ê de tam çerx kir û got ew gaveka baş e

Abdullah Ocalanî di meseleya TRT6-ê de tam çerx kir û got ew gaveka baş e

A+A-

Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî duhî bi rêya aboqatên xwe behsa TRT6-ê jî kir û got mirov dikare TRT6-ê wekî gaveka baş bihesibîne lê belê nêveroka wê lawaz e û armanca yên ko ew kanal vekirine jî cida ye.

Ev gotinên Abdullah Ocalanî diyar dike ko PKK di helwêsta xwe ya li dijî TRT6-ê de çerxekê dide xwe û dê ji niho û pê ve wekî berê dijminahiya wê neke. Abdullah Ocalanî wiha got:

— Cardî gavên wekî vekirina vê TRT6-ê û vekirina enstîtuyan di çarçeweya biryarên civîna ko pêncê meha 11-ê li Emerîkayê hat kirin de tên avêtin. Mimkin e ko mirov vê gavê wekî gaveka sembolîk ya baş bihesibîne. Lê belê armanca wan cida ye û nêveroka wê lawaz e. Ya giring nêverok e lê belê ew nêveroka wê vala dikin. Vê wekî malzemeyê hilbijartinê bi kar tînin û em li dij in ko ew wekî malzemeyê hilbijartinê bêt bi kar anîn.

Serokê DTP-ê Ahmet Turk jî îro li Tetwanê hêj zêdetir çû û îdia kir ko TRT6 li ser daxwaza partiya wan hatiye ava kirin û xwest wê bike malê xwe.

PKK-ê heta niho kesên ko digel TRT6-ê kar dikin wekî »xayîn« bi nav dikir û nedihişt ko hevalbendên wê xwe nêzîkî TRT6-ê bikin.

nefel

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.