1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Abdullah Gul li ser dûrxistina şaredarên HDPê daxuyanî da
Abdullah Gul li ser dûrxistina şaredarên HDPê daxuyanî da

Abdullah Gul li ser dûrxistina şaredarên HDPê daxuyanî da

A+A-

Serokomarê pêştir ê Tirkiyê, Abdullah Gul li hember biryara danûna qeyûman ji bo şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê nerazîbûn nîşan da.

Abdullah Gul li ser hesabê xwe yê twîtterê li hember biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya ji bo dûrxistina şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê bertek nîşan da.

Gul dibêje, ew biryara Wzeareta Navxwe ya Tirkiyê ji bo demokrasiyaTirkiyê nebaş e.

Gul ragihand: “Ew şaredarên ku hêj nû hatine hilbijartin, dûrxistian wan a bi vî awayî ji bo demokrasiya me karekî nebaş e.”

 

 

Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, serokên şaredariyên hersê bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan waliyên wan parêzgehan hatin erkdarkirin.

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.