1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Abbas Valî: Kurdan du caran fersenda serxwebûnê ji dest dan
Abbas Valî: Kurdan du caran fersenda serxwebûnê ji dest dan

Abbas Valî: Kurdan du caran fersenda serxwebûnê ji dest dan

A+A-

Sosyolog û pisporê Rojhilta Navîn Abbas Valî li ser îstîfaya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir ku sê sedemên girîng bo îstîfaya Barzanî hebûn û li ser ragihandina serxwebûnê jî got: "Gava ku DAIŞê Mûsilê dagir kir wê çaxê kurdan dikariya serxwebûna xwe bixwesta. Ev şaşiyeke dîrokî bû.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî êrişa Artêşa Iraqê û Heşda Şebî li ser Kerkûkê nameyeke ji bo Parlamentoya Kurdistanê şandibû û îstîfaya xwe pêşkeş kiribû. Prof. Dr û sosyologê Rojhilata Navîn Abbas Valî li ser îstîfaya Barzanî ji Sputnikê re axivî.

 

‘AMERÎKA SEROKATIYA BARZANÎ ÊDÎ QEBÛL NEKIR'

Valî got: "Di nerîna min de ti rê li ber Barzanî tine bû ji bilî ku îstîfa bike. Sê sedem hebûn ku Barzanî îstîfa bike.

Ya yekem ew bû ku piştgiriya Amerîkayê ji dest dabû. Amerîkiyan piştgirî nedabû projeya wî ya referandûmê û piştî referandûmê, Amerîkayê hêzên îranî û Heşdî Şeibî jî ranewestandin û rê li ber wan negirtin ku ber bi Kerkûkê ve biçin. Ew jî nîşaneke zelal bû ku êdî dê piştgiriya serokatiya Barzanî nekin û dê pêgeh û birêveberiya Barzanî li başûr jî êdî qebûl nekin.

‘BARZANÎ FÊM KIR KU PIŞTGIRIYA PÊWÎST BO BERDEWAMIYA WÎ TINE YE'

Sedema duyem jî ew bû ku Barzanî piştgiriya Tirkiye û Îranê jî ji dest dabû û li herêmê hatibû îzolekirin (bi tenê hatibû hiştin) û êdî bêyî piştgiriyeke aktîv an jî pasîv ne pêkan bû ku dewam bike. Êdî nikaribû dewam bike. Îran bi taybetî di bûyerên Kerkûk û herêmên din ên nakok de beşdar bû. Herwiha Tirkiye jî hevkarî bi Îranê re kir û wek hêzeke duyem an jî hêzeke alîkar di ruxîna Barzanî de beşdar bû. Lewra Barzanî fêm kir ku heta li ser asta herêmî jî, piştgiriya pêwîst bo berdewambûna wî tine ye.

Ya sêyem û herî giring, Barzanî fêm kir ku ew pêkhateya li hundir a ku hêza wî li ser ava bûbû û ji hevbendiya PDK û YNKê pêk dihat êdî nikare li ser bingeha heyî berdewam bike ji ber tiştên di nava YNKê de qewimîn û ji ber hevkariya beşekî giring a di nava YNKê de bi hêzên iraqî re."

‘HERÊMA KURDISTANÊ BIÇÛKTIR Û QELSTIR BE'

Abbas Valî destnîşan kir ku ev her sê sedemên herî giring bûn ku Barzanî îstîfa kir û wiha pê de çû: "Eger nexwasta li dijî hêzên Iraqê di ber xwe de bide, desthilata wî dê rasterast hilewşiya, lewra ji bo ku rê li ber wê hilewşînê bigire, îstîfa kir. Îstîfaya Barzanî gelekî giring e ji ber ku rê li ber wê ihtimalê vedike ku desthilata polîtîk li Iraqê ji nû ve were avakirin. Ev jinûveavakirin dê li ser bingeheke gelekî cuda be; Herêma Kurdistanê dê biçûktir û qelstir be. Ev jinûveavakirin divê li ser bingeheke nû be û ev jî dê rastiyeke nû bi xwe re bîne.

Zanyarê siyasî Abbas Valî wiha berdewam kir: "Di nerîna min de tiştê herî giring ê ku bûyerên 16ê Cotmehê nîşan da, ew bû ku desthilata heyî ya polîtîk û pêkhateya polîtîk ya heyî pûç û gendel e ku nikare birêveberiya xwe dewam bike. Piştî îstîfakirina Barzanî, niha modeleke polîtîk a nû pêwîst e ku bi desthilateke eşîrî û desthilateke eşîrî-kevneşopî/tradasyonal ve ne girêdayî be. Ev jî dê bi hilbijartineke nûjen pêk were. Li Kurdistana Iraqê, pêdivîtiya me bi nifşeke nû yê polîtîk û kasteke nû ya polîtîk heye ku bikarin meşûriyeteke nû li ser lihevkirineke giştî(gelî) were avakirin."

‘MEZINTIRÎN TÊKÇÛNA BARZANÎ EW BÛ KU NEKARÎ ARTÊŞEKE YEKGIRTÎ YA NETEWÎ ÇÊKE'

Valî ragihand ku, "Kurdistan di qeyraneke gelekî gelekî kûr de ye. Pêdivîtiya me bi pêkhateyek û desthilateke polîtîk a nû heye û herwiha pêdîvîtiya me pergaleke nû ya meşûrkirina hêzan li Kurdistanê heye. Di ser her tiştî re, qeyrana li Kurdistanê, ji 16ê Cotmehê ve hat diyarkirin ku Hêzên Pêşmerge hêzeke giring e, tenê eger hêzeke yekgirtî be û ew yekigirtin jî li ser modela îdeolojiyeke neteweyî ya modern pêk were. Divê îdeolojiya eşîrî ya prîmordiyal bê bidûrxistin. Tiştê giring, jinûveavakirin, jinûvesazkirin û jinûveafirandina hêzên Pêşmerge li ser bingehên neteweyî û demokratîk were birêxistin û ji şêwazên dilsoziya eşîrî dûr biekev. Wekî din, Hêzên Pêşmerge dê nikaribe wek hêzeke leşkerî tevbigere ji bo ku êrîşên derveyî rawestîne. Tiştê me di 16ê Cotmehê de dît ku Pêşmerge nikare şer bike ji ber bi ferman jê re hatibû ku şer bike û ew ferman ji beşekî eşîrî û prîmordiyal a serkirdayetiyê hatibû ku têkiliya vê jî bi fermandariyeke kurdî ya neteweyî ya yekigrrtî tine ye. Mezintirîn têkçûna birêz Barzanî ew bû ku nikarî artêşeke yekirtî ya neteweyî çêke. Pêşmerge her wek rêxistinên eşîrî hatin hiştin ku wan li ser bingehên dilsoziya xwe ji PDK, YNK û partiyên îslamî dewam kir."

‘DESTHILTA POLÎTÎK LI SER BINGEHA EŞÎRÎ HATIBÛ DABEŞKIRIN'

Valî da zanîn ku, "Li gel vê jî, desthilata polîtîk a Herêma Kurdistanê jî ne rêxistineke yekgirtî bû. Desthilata polîtîk jî li ser bingehên deverî, beşî û eşîrî hatibû dabeşkirin ku çawa fişar lê hat, hilweşiya."

Sosyologê kurd Valî wiha pê de çû: "Niha îstîfaya Barzanî, çi bê damezirandin divê ev şaşî dubare nebin. Pêdivitiya Kurdistanê bi desthilateke modern a yekgirtî hebe, Pêdivitiya Kurdistanê bi hêzên leşkerî a modern a yekgirtî, Pêdivitiya Kurdistanê bi birêveberiyeke yekigirtî ne eşîrtî heye. Ev in ew dersên ku me qeyranê û îstîfaya Barzanî wergirtin."

‘KURD GELEKÎ DÛRÎ ARMACA SERXWEBÛNÊ NE'

Abbas Valî li mijara ragihandina serxwebûna kurdan axivî û got: "Vê nîşan da ku kurd gelekî dûrî armanca serxwebûnê ne. Ti netewe nikare deng ji bo serxwebûnê bide, bê desthilata xwe ya polîtîk û leşkerî û çandeyî û pêkhateya xwe ya aborî damezirîne. Van nîşan da ku vê hikûmetê ev tişt nekirine. Ev pêkhate nehatine kirin. Van bûyeran jî Birêveberiya Kurdistanê qels kir û pê re kurd êdî gelekî dûrî serxwebûnê ketine û ji berî deh salan jî bêtir jî dûr ketine û wiha difikirim ku bi dehan salan ji wan re lazim in daku daxwaza serxwebûnê bikin. Vê qeyranê nîşan da ku kurd dikarin serxwebûnê bixwazin an ji bo wê şer bikin, tenê gava desthilata polîtîk li Iraqê yan jî çi dewleteke ku kurd lê dijîn têk biçe an jî têk çûbe. Kengî desthilata polîtîk li Iraqê têk çû, kurd dê bikarin rabin û daxwaza serxwebûna xwe bikin."

‘KURDAN GAVA DAIŞ KET MÛSILÊ DIKARIYAN SERXWEBÛNA XWE RAGIHANDINA'

"Kurdan li Iraqê du caran ev fersend ji destê xwe bir. Yek 2003an gava ku hikûmeta Iraqê têk çû û desthilata polîtîk li Bexdayê nemabû, wê çaxê kurdan dikarî serxwebûn bixwesta. Ya duyem jî gava ku DAIŞê Mûsil dagir kir û berê xwe da Hewlêr. Wê çaxê Nûrî El Malikî û hikûmeta Iraqê têk çû, wê çaxê kurd dikarî rabûna û serxwebûna xwe bixwesta. Ew şaşî şaşiyeke dîrokî bû. Li welatekî wek Iraqê ku cîranên xwe yên antîdemokratîk û nedemokratîk wek Tirkiye û Îran û hikûmeteke nedemokratîk hene. Meseleyeke wek serxwebûnê nikare bi referandûmê encam bide lê tenê gava ku desthilata polîtîk li Bexdayê hilweşe lê wan ev fersned wenda kir û niha gelekî dûrî serxwebûnê ne, ji her demê zêdetir dûrî serxwebûnê ne."

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.