1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ABADÎ: AMBARGOYÊN LI SER BALAFIRGEHAN DI ROJÊN PÊŞYA ME DA TÊNE RAKIRIN
ABADÎ: AMBARGOYÊN LI SER BALAFIRGEHAN DI ROJÊN PÊŞYA ME DA TÊNE RAKIRIN

ABADÎ: AMBARGOYÊN LI SER BALAFIRGEHAN DI ROJÊN PÊŞYA ME DA TÊNE RAKIRIN

A+A-


Heyder Ebadî, Serokwezîrê Iraqê got: Qedexeyên li ser balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê dê rabin. Abadî ji bo Deutsche Welle Erebî axift: Xedexeyên li ser balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê heta çend rojên din dê werine rakirin.

 

Abadî di hevpeyvînê da li ser mehaneyên karmendên herêmê jî sekinî û got: Di vê meselê da xebat dewam dikin. Hewceye kontrola balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê di bin kontrola Bexdayê da bin. Ambargoya li ser balafirgehan dê di demekî nêzîk da rabe.

Abadî : Konferansa ji nuve avakirina Iraqê ya li Kuveytê pêkhati ji bo me serkeftineke. Civaka navnetewî eleqeyeke mazin nîşa konferansê da û kesên ji cihên xwe buyî dikarin dîsa vegerine cihên xwe yên berê.

Abadî : Hêzên Koalîsyona Navnetewî ji bi tekoşîna Işîdê li Iraqê ne. Me û koalîsyonê bi hevre şerê Daişê kir. Hewceye perwerdehiya leşkerî, alîkariya lojîstîk û îstixbarî dewam bike. Hewceye tiştên me bi dest êxisti ji destê me neçin. Sala 2012 yê demê ku hêzên Emerîkayê ji Iraqê derkeftin teror zîndî bu, Işîdê hinde herêm îşgal kirin. Ji bo perwederde kirina leşkeran hewcedarî bi leşkerên Emerîkayê heye lê ji bo şeri hewcedariya me nîne.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

 

 

                 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.