1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. 9 taxên Amedê hatin karantînkirin
9 taxên Amedê hatin karantînkirin

9 taxên Amedê hatin karantînkirin

A+A-

Li navçeya Bismilê ya Amedê  6 tax û li navçeya Çinar jî  3 tax ji ber vîrûsa Coronayê  hatin karantînkirin.

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketina virûsa Coronayê her ku diçe zêde dibe, ji bo rêgiriya wê virûsê jî biryarên karantînayê li hinek taxên navend û navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tên ragihandin. 

Herî dawî li navçeya Bismilê ya Amedê  piştî zêdebûna pêketiyên vê dawiyê ku di yek rojê de pişkinîna 90 kesan pozîtîv derketiye, li 6 taxên wê navçeyê biryara karantînayê hate ragihandin.

Li gor agahiyan ji ber zêdebûna pêketiyan tîmên tendirûstiyê lêkolîn li hinek taxên Bismilê kirine û  di encama wê lêkolînê de derketiye holê ku 90 kesên ku pişkinîna wan ya Corona pozîtîv derketiye, li taxên gundewarî dijîn.

Li gor encamên wê lêkolînê Desteya Paqijiyê ya Navçeya Bismilê biryar daye ku ji 2ê Tebaxê ve  taxên Tezekan, Embar, Kapeki, Perîşanê , Sînanê û  Şıdada  bo demê 14 rojan bên karantînkirin.

Li aliyê din li 3 taxên girêdayî navçeya Çinar ya heman parêzgehê jî li 3 taxan, 31 xanî hatin karantînkirin.

Sendîkaya KedkarênTendûristiyê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku li  parêzgeha Amedê tenê duh 3ê Tebaxê 14 kesan bi Coronayê canê xwe ji dest dane û 2 hezar kes jî bi wê nexweşiyê ketine.

Etiketler : , , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.