1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. 82 sal di ser komkujiya Dêrsimê re derbas bûn
82 sal di ser komkujiya Dêrsimê re derbas bûn

82 sal di ser komkujiya Dêrsimê re derbas bûn

82 sal bi ser komkujiya Dêrsimê re derbas dibin ku tê de zêdetirî 13 hezar Kurd hatin kuştin û hejmareke zêde ya xelkê jî hat mişextkirin.

A+A-

 

Lê heya niha jî ew komkujî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve bi awayekî fermî nehatiye naskirin û karê yasayî yê pêwîst jê re nehatiye kirin.

 

Receb Tayyip Erdogan jî di dema serokwezîrtiya xwe de ragihandibû ku ew dikare lêborînê ji xelkê Dêrsimê bixwaze, lê ji ber ku ew komkujî ji aliyê desthilatiya CHPê ve hatiye kirin, divê CHP lêborînê ji xelkê bixwaze.

 

Xelkê Dêrsimê jî daxwaz ji dewletê dikin ku arşîvên li ser komkujiya Dêrsimê aşkere bikin û herwiha kesûkarên qurbaniyan jî qerebû bikin. Lê heya niha ne ti kesek hatiye qerebûkirin û ne jî tê zanîn ka gora Seyîd Riza li kuderê ye.

 

82 sal berî niha dewleta Tirkiyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê komkujî kir. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi Rêberiya Seyîd Riza dest bi şoreşê kiribûn. Komkujiyê heta sala 1939ê berdewam kir.

 

4ê Gulana 1937ê komkujiya Dêrsimê hat kirin, 13 hezar Kurd li Dêrsimê hatin kuştin, 12 hezar bi neçarî hatin koçberkirin.

 

Seyîd Riza û hevalên wî 5ê Gulana heman salê hatin darvekirin.

 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 23ê Mijdara 2011ê ku wê demê serokwezîr bû, çend belgeyên dîrokî derbarê komkujiya Dêrsimê de pêşan dan û siyaseta wê demê ya dewleta Tirkiyê rexne kir.

 

Herwiha derbarê komkujiya Dêrsimê de got: "Eger pêwîst bike bi navê dewletê daxwaza lêborînê bê kirin û nerîteke wiha hebe, min daxwaza lêborînê kir û daxwaza lêborînê dikim. Ev bûyer di demekê de ye ku CHP take partiya desthilat bû. Lewra yê ku pêwîst e daxwaza lêborînê bike, Kemal Kiliçdaroglu ye."

 

Salane 3ê Gulanê komkujiya Dêrsimê tê bibîranîn û gelek caran ev bîranîn di warê siyasî de nîqaşên cuda ligel xwe tîne. Dêrsim bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û niha hejmara akinciyên wê 86 hezar kes e. Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyê, 8 bajarok, 2 belde û 342 gund li sînorê bajarê Dêrsimê hene.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.