1. HABERLER

  2. GÜNCEL

  3. 26 hezar û 800 koçber ji Başûr vegeriyane Rojava
26 hezar û 800 koçber ji Başûr vegeriyane Rojava

26 hezar û 800 koçber ji Başûr vegeriyane Rojava

Di nav 3 mehên dawî de zêdeyî 26 hezar û 800 welatiyên ku ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê kiribûn, ji ber şertên dijwar ên jiyanê vegeriyan Rojava.

A+A-

 Di nav 3 mehên dawî de zêdeyî 26 hezar û 800 welatiyên ku ji Rojava koçî Başûrê Kurdistanê kiribûn, ji ber şertên dijwar ên jiyanê vegeriyan Rojava.

Li gor agahiyên ji Rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalka û Asayîşa Rojava hatine wergirtin, di nav 3 mehên dawî de zêdeyî 26 hezar û 800 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan malên xwe.

Endamê Asayîşa Rojava Dilbirîn Efrîn ku li ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê erkê xwe birêve dibe, ragehand ku di nav 3 mehên dawî de dji sînorê gundê Şerikê re 10 hezar û 488 koçber ji Başûrê Kurdistanê vegeriyane malên xwe. Li gor ANF, bi rêya gundê Keleha Tawis û Gira Sor ku wek rêyên qaçax tên zanîn, di mehekê de zêdeyî 300 koçber ji Başûr vegeriyane malên xwe.

Endamê Komîteya Têkiliyan a Deriyê Sînor ê Sêmalka Nûrî Reşad jî da zanîn ku rojane hejmara koçberên ji Başûrê Kurdistanê vedigerin zêde dibe û carna ji hezar kesî dibure. Reşad got ku ji destpêka meha Tîrmehê heta 14’ê Cotmehê hejmara koçberên di Deriyê Sînor ê Sêmalka ji Başûr derbasî Rojava bûne gihiştiye 15 hezar û 412 kesan.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.