1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. 2.8 milyar mirov nikarin xwarina paqij bipijînin
2.8 milyar mirov nikarin xwarina paqij bipijînin

2.8 milyar mirov nikarin xwarina paqij bipijînin

A+A-


Li gora raporta Acansa Taqeta-Enerjîya Navneteweyî (IEA), di dinyayê de li dora 2,8 milyar kes nikarin xwarina paqij bipijînin.

 

Digel ku ekonomîya cîhanî mezin bûye û teknologî bi pêş ve çûye jî, tengasîyên ji ber beêdaletîya hatinîyên dewam dikin.

Bi sed milyonan kes li ser dinyayê hê jî nikarin ava paqij, elektrîkê û xwarinê bi dest bixin.

Bi milyonan kes xwarinê bi awayekî kevnar dipijînin.

2,5 milyar kes di pijandina xwarinê de jêderên qirêjî; ardûya bîyomasê bi kar tînin.

Sergîn, bermayîyên giyayan, qirşûqal û pevjelên êzingan wek ardûyên bîyomas tên binavkirin.

Ev cûr ardû li welatên Çola Jêrîn a Efrîqayê û li welatên Asyayê tên bijartin.

Tevlî vî awayî 170 milyon kes komirê, 120 milyon kez jî rûnê ẍazê dibijêrin.

2,8 milyar kes jî nikarin xwarina paqij bibêjin.

Ev ardû, di dema pijandinê de tiştên ji sihheta mirovan re bi zirar tevlî xwarinê dikin.

Nifûsa ku zû mezin dibe jî bidestxistina pijandina xwarinê zehmettir dike.

Li welatên bipêşveçûyî ji sedî 64ê mirovan ẍaza siriştî bi kar tînin.

Li van welatan pijandina bi elektrîkê ji sedî 32 û ya bi rêyên din ji sedî 3 û ya bi rêyên din jî ji sedî 0,8 e.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

                

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.