1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. 140 partîyên siyasî yên dinyayê li dijî Îsraîlê pêdankirinê xwastin
140 partîyên siyasî yên dinyayê li dijî Îsraîlê pêdankirinê xwastin

140 partîyên siyasî yên dinyayê li dijî Îsraîlê pêdankirinê xwastin

A+A-


Li gora xebera Euronews-ê, di Encûmena Sosyalîzmê ya Navneteweyî de bi kêmayî 140 partîyên siyasî li dijî rejima Îsraîla siyonîst daxwaza pêdankirinê kirin û xwastin ku ḥeta ew dev ji dagîrkerîyê-îşẍalkerîyê bernede û li dijî gelê Filistînê dev ji êrîşên-kiçîmên nîjadperest bernede divê hevkarîya eskerî û bazirganî-tîcarî bi temamî were qedexekirin.

 

Encûmen, di kombûna xwe ya li Cenevê, li avahîya NY (Neteweyên Yekbûyî) kom bû.

Encûmen, ji 140 partîyên siyasî saz bûye ku 35 ji wan li welatên xwe desthilatdar-îqtîdar in.

Encûmena Gelê Filistînê ji wan re got mala we ava û ev awa ji bo tevgera boykota rejima siyonîst BDS-ê serfirazîyeke tarîxî ye.

Tevgera boykotê pêşîn li Ewrûpayê û Emerîkayê, li hemûyê dinyayê ji bo qedexekirina karsazîyên rejima siyonîst ḥeta niha tev digere.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

         

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.